Mesrûr Barzanî: Guftûgoya aliyên siyasî keşeke erênî li Herêma Kurdistanê peyda kiriye
Encûmena Wezîran pêşwazî li keşa erênî û hevtêgihîştina ji encama guftûgoya di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bûye dike, ji bo nehîştina pirsgirêkên navxweyî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Wezîran pêşwazî li keşa erênî û hevtêgihîştina ji encama guftûgoya di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bûye dike, ji bo nehîştina girjiyên navxweyî.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî û bi beşdariya Cîgirê Serokê Hikpmetê Qubad Talebanî bi riya vîdyokonferansê civiya.
Di destpêka civînê de, Serokê Hikûmetê behsa wê keşa erênî û hevtêgihîştinê kir, ya ji encama guftûgoya de navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bûye, ji bo nehîştina girjiyên navxweyî û bi navê Encûmena Wezîran destxweşî li wê guftûgo û hevdîtinan kir, ku pêngaveke girîng e ji bo yekrêziyê û piştevaniya zêdetir li Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Piştre, Serokê Hikûmetê amaje bi girîngiya amadebûna wezîrên hikûmetê di civîna taybet ya Parlemana Kurdistanê de kir û bi navê Encûmena Wezîran spasiya wan kir ji bo pêşkêşkirina zanyariyan û ronîkirina babetên girêdayî bi pirsên parlemanterên Kurdistanê.
Piştre, wezîrên pêwendîdar pirs û têbîniyên parlemanteran di rûniştina Parlemanê ya rojên 27 û 28ê Tîrmeha 2020an bo Encûmena Wezîran pêşkêş kirin, li ser tewerên taybet bi rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna metirsiyên nexweşiya Koronayê, rewşa aboriya Herêmê û dawî pêşhatên danûstandinên ligel hikûmeta federal.
Herwiha Serokê Hikûmetê ronahî xiste ser dawî encamên guftûgoyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û amaje bi wê da, ku guftûgo û danûstandin berdewam in û Hikûmeta Herêmê tekeziyê li pabendbûna bi erkên xwe yên destûrî dike li hember dabînkirina maf û destkeftên destûrî yên Herêmê. Çendîn pêşniyaz jî bo gihîştina bi rêkeftinê hatin pêşkêşkirin û hêvî xwast di nêzîktirîn derfet de, piştî betlaneya cajnê bigihin rêkeftineke hevseng, ku berjewendiya herdu aliyan tê de parastî be.
Encûmena Wezîran tekezî li ser wê kir, di plan û hewlên xwe de berdewam bin bo rûbirûbûna qeyrana darayî û bi taybetî jî dabînkirina destkeftên darayî yên mûçexwaran, ku erkekî wan ê pêşîne ye.
Piştre guftûgo derbarê rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustî yên rûbirûbûna vîrusa Koronayê, bi taybet di rojên cejna Qurbanê de hatin kirin. Encûmena Wezîran odeyên operasyonan raspard ji bo derkirina rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustiyên yên nû, ji bo parastina jiyan û selametiya welatiyan.
S. B