Pilasxart pirsa Kerkûk û Şengalê li gel Kazimî gengeşe dike
Cênîn Hênîs Pilasxart, şandera taybetî ya Yunamî û Mistefa Kazimî, serok wezîrên Îraqê rewşa Kerkûk û Şengalê û çend pirsên din yên sîyasîyên Îraqê gengeşe kirin.
K24- Hewlêr
Cênîn Hênîs Pilasxart, şandera taybetî ya Yunamî û Mistefa Kazimî, serok wezîrên Îraqê rewşa Kerkûk û Şengalê û çend pirsên din yên sîyasîyên Îraqê gengeşe kirin.
Şandera taybeta Neteweyên Yekbûyî li Îraqê belav kirîye herdû alî rewşa sîyasî û ewlehîya welatî gengeşekirin bi taybetî amadekaryên helbijartina pêşdem û rewşa Şengal û Kerkûkê.
Li gor wê ragehandinê behsa xwenîşandanê n niha jî kirîye û tekz li ser mafê xwenîşandanên aştîyane û paraztina xwenîşanderan kirîye û ronahî xistîye ser giringîya lêpirsînê ji encamderên karên tundutîjîyê.
Çend rojin xwenîşandan li Bexdaya paytexta Îraqê destpêkirine û bi sedema tundûtîjîyan jî, dû xwenîşander hatin kuştin.
