Serok Barzanî sersaxîyê li Kardînal Mar Liwîs Rofayîl Sako dike
Di peyameka sersaxîyê de bi boneya koça dawîya Xanim Samre Rofayîl Sako, xwîşka Patiryark Kardînal Mar Liwîs Rofayîl Sako, serokê Dêra Kildanî li Îraq û cîhanê. Serok Barzanî sersaxî li patiryark û malbarî wî kir.
K24- Hewlêr

Deqê peyama serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêz Btiryark Kardînal Mar Liwîs Rofayîl Sako, serokê Dêra Kildanî li Îraq û cîhanê.
Bi kesereka mezin ve nûçeya koça dawîyê ya xwîşka heweyên Birêz, Samre Rofayîl Sako bi min gehişt.
Sersaxîyê li hewe û malbata hewe dikim û ez xwe bi hevxemê hewe dizanim û ji Xwedayê mezin dixwazim, xweda lêxoşbûyî bixe jêr rehmeta xwe ya berfireh û aramîyê û hedarîyê bide hewe.
Mesûd Barzanî
29/7/2020