Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li wezîrê navxweyê Îraqê kir

Evro, Çarşembîyê 29/7/2020, Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Ûsman Xanimî, wezîrê navxweyê Îraqê kir.

K24- Hewlêr

Evro, Çarşembîyê 29/7/2020, Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Ûsman Xanimî, wezîrê navxweyê Îraqê  kir.

Di dîdarê de, gotûbêj hatin kirin derbarê peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral de, bi taybetî pêşxistina hevahengîya ewlehîyê li deverên Kurdistanî yên derve ya Herêmê û deverên sinûrî.

Wezîrê navxwe yê hikumeta Fedral amaje bi wê rewşa dijwar kir, ku Îraqê û Herêma Kurdsitanê pê re derbaz dibin bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê û kirîza darayîyê ku hevahengî ş hevkarîya herdû alîyan pêwîste bo çareserkirina arîşeyan. Got jî, serokê wezîran, Mistefa Kazimî amadeye bo çareserkirina tevaya arîşeyan li gel Herêma Kurdistanê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdsitanê amadeyîya Herêma Kurdistanê bo çareserkirina bingehîya arîşeyan li gel hikumeta fedral derbirî di çarçove ya destûrê de bi awayekê ku maf û şehnîyên destûrî yên Herma Kurdsitanê paraztî bin û li berjewendîya tevaya hevwelatîyên Îraqê be.