Ji evro paş ve xercîyên wezareta dibin (Online)

Awat Şêx Cenab, Wezîrê Darayî û Abûrîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, roja Çarşembîyê, 29ê Tîrmeha 2020ê, rezamendî da li ser cêbicêkirin yekemîn daxwazîya (On Line) bo xercîyên hikumetê.

K24- Hewlêr

Awat Şêx Cenab, Wezîrê Darayî û Abûrîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, roja Çarşembîyê, 29ê Tîrmeha 2020ê, rezamendî da li ser cêbicêkirin yekemîn daxwazîya (On Line) bo xercîyên hikumetê.

Di dema bûrî de, Wezareta Darayî û Abûrîyê li ser biryara Civata Wezîran, bi hevahengî li gel Fermangeha Teknelocîya û Zanyarî, gereka taybet bi nwênerên tevaya wezaretan, deste û fermangehên negirêdayî bi wezaretan ve vekir bo bikarhînana sîstema eliktronîya (IIS) bo wergirtina rezamendîyê li ser xercîyên bikarbirinê.

Sîstema (On Line) bo çawanîya wergirtina razamendîyê li ser daxwazîya xercîyan ji alîyê wezaretan û deste û fermangehên negirêdayî bi wezaretan ve, di çarçoveya cêbicêkirina karnameya kabîne ya nehem û bi armanca zîdekirina zelalîyî, kêmkirina rotîn û rayîkirina karan bileztir di bwarê xercîyên bikarberên hikumetê û kêmkirina xercîyan jî biryar li ser hatîye dayîn.

Li gor evê sîstemê,  dîwana wezaretê û deste û fermangehên negirêdayî bi wezaretan ve, daxwzîya xercîyan bi sîstema On Line bo wezareta Darayîyê û Abûrîyê dişînin û piştî hûrbînîyê biryar li ser dibête dayîn.