Daiş vîdyoyeka şehîdkirina hevwelatîyekê Kurd belav dike

Par dû hevwelatîyên Kurd li sinûrê Germîyan li gundê Belege ya sinûrê qezaya Kifrî ji alîyê çekdarên Daişê ve hatin revandin, yek ji wan dû revandîyan hat azadkirin û revanîyê dî jî, evro ji alîyê çekdarên Daişê ve dîmena şehîdkirina wî hat belavkirin.

K24- Germîyan

Ew hevwelatî berê Pêşemerge bû û wek di wê vîdyoyê de dîyar dikeve, bi awyekê gelek hovane serê wî birrîne û şehîd kirine.

Ew hevwelatî di dema nêçîrvanîyê de ji alîyê Daişê ve hatibû revandin. Di vê bwarê de, Cemal Selah, rêveberê nahye ya Zinane ya ser bi qeza ya Kifrî bi Kurdistan 24 re ragehand, navî wî, Esed Elîye û rûniştvanê gundê Qela ya sinûrê Zinane û berê Pêşmerge bûye, li meha Subata sala bûrî ji alîyê çekdarîn Daişê ve hatibû revandin.