DAIŞê êrîşî baregeheke artêşa Iraqê li Gulale kir
Hejmarek ji çekdarên DAIŞê îro danê sibê êrîşî ser baregeheke artêşa Iraqê li sînorê nahiya Gulale kir û di encamê de serbazek hate kuştin û hejmarek serbazî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmarek ji çekdarên DAIŞê îro danê sibê êrîşî ser baregeheke artêşa Iraqê li sînorê nahiya Gulale kir û di encamê de serbazek hate kuştin û hejmarek serbazî birîndar bûn.
Li gor medyaya Iraqê, çekdarên DAIŞê îro danê sibê êrîşî ser baregeha artêşa Iraqê li gundên Îslah û Qaye li nahiya Gulale ya Xaneqînê kir.
Diyar kir, destpêkê çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke ewlehiyê li gundê Qaye kir, ku tê de serbazek hate kuştin û piştre jî bombeyeke vedayî bi hêzên ewlehiyê yên bi armance piştevaniyê dihatin cihê bûyerê de teqiya û hejmarek serbaz birîndar bûn.
Ev êrîş di demekê de ye, Fermandariya Operayonên Hevbeş ên Iraqê destpêka vê hefteyê bi armanca jinavbirina paşmayên DAIŞê, dest bi operasyoneke serbazî ya berfireh li parêzgeha Diyale kiribû.
S. B