Amnesty: Hikûmeta Iraqê li hember zarokên Êzidî xemsar e
Rêxistina Lêbuhirîna Navdewletî (Amnesty) ragihand, nêzîkî 2 hezar zarokên Êzidî hatine rizgarkirin û vegeriyane nava malbatên xwe, lê hikûmeta Iraqê li hember wan xemsar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Lêbuhirîna Navdewletî (Amnesty) ragihand, nêzîkî 2 hezar zarokên Êzidî hatine rizgarkirin û vegeriyane nava malbatên xwe, lê hikûmeta Iraqê li hember wan xemsar e.
Amnesty raportek bi navnîşana (Mîratê terorê: êş û azara zarokên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin) belav kir. Raport ji 56 rûpelan e û tê de hatiye, dora 1992 zarokên Êzidî piştî revandin, eşkencedan, biçekirina wan û destdirêjiya li wan hatine kirin, hatin rizgarkirin û vegeriyane nava malbatên xwe. Lê ew zarok hîna rastî zehmetiyan tên û pêwîstiya wan bi alîkariyên bilez ji desthilatên Iraqê û civaka navdewletî hene.
Di raporta Amnesty de hatiye, ev zarokên ji tawanên hovane rizgar bûne, divê ji aliyê tendirustî û derûniyê ve bêne çareserkirin, ji bo tevlî civakê bibin.
Diyar kir jî, hejmareke mezin ji zarokên rizgarbûyî, birîndar û nexweş in, nexweşiya wan cesteyî û derûnî ne, gelek caran jî ji encama bûyerên bi wan re rû dane, riftarên dijminane lê diyar dibin.
Amnesty daxwaz ji hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî kir, bi hemû karînên xwe kar bikin, ji bo alîkariyê bi wan zarokên Êzidî yên rastî binpêkirinan hatine re bikin û wan qerebû bikin.
Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn. Li gor dawî amara Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, ta niha çarenivîsa 2900 Kurdên Êzidî ne diyar in.
Rêvebirê Karûbarên Êzidiyan Cafer Simo berî demekê ji K24ê re ragihandibû, 2600 zarokên Êzidî li Şingalê ketin bin destê DAIŞê û wek çekdar bikar dihatin, niha jî çarenivîsa 700 zarokî ne diyar e.
S. B