Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya cejna Qurbanê peyamek belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya cejna Qurbanê, peyamek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi peyamekê cejna Qurbanê pîroz kir û ragehand: ‘’Mixabin îsal cejna Qurbanê di rewşeke giran a aborî de em birê dikin, ev rewşa nayê xwestin li dervey daxwaz û xwastek û desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.’’

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30.07.2020ê bi peyamekê cejna Qurbanê pîroz kir û ragehand: ‘’Bi boneya cejna Qurbanê ez pîrozbahiyê li Muslimanên Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im rojên cejnê di xweşî û kameranî de derbas bikin û pêbendî tedbîrên xweparastinê û rênmayiyên tenduristiyê bin.’’

Herwaha got: ‘’Mixabin îsal cejna Qurbanê di rewşeke giran a aborî de em birê dikin. Ev rewşa nayê xwestin li derveyî daxwaz û xwastek û desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Me her ji destpêka çêbûna vê krîzê ve hemû hewldanek da bo ku bandorên nerênî yên vê krîzê li ser jiyan û rêveçûna jiyana hemwelatiyan sînordar be. Lê mixabin vê krîza darayî ku piraniya welatên cîhanê jî li xwe girtiye, gelek şiyana darayî ya berdestê hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e. lê li gel hemû astengna jî hêvîdar im hemwelatiyên xoştevî baweriya wan bi hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe ku di hewldaneke berdewam de ye bo dabînkirina mafên mûçexwarên Herêma Kurdistanê. Bi vê hêviyê ve piştî cejnê li gel hikûmeta federal a Iraqê em bigehin rêkeftineke hevseng ku mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê tê de parastî bin.’’

Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Hêvîdar im bi piştevaniya hemû aliyekî ve emê wan rojên giran derbas bikin û hemwelatiyên xwe re di cejnên pêş de di rewşekî pir baştir de cejnê derbas bikin.’’


S. B