Rêveberiya Xweser pêketina 17 kesan bi Koronayê ragihand
Li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên Rêveberiya Xweser, 17 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên Rêveberiya Xweser, 17 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa ragihand, li herêmên Rêveberiya Xweser pêketina 17 kesên bi vîrusa koronayê (Covid-19) hatin tomarkirin.
Li gorî Dr. Ciwan Mustefa, li herêma Cizîrê 11, li Reqayê 3 û li Dêrazorê 3 kes bi vîrusê ketine.
Mustefa got, kesên bi vîrusê ketine di karantînayê de di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
Desteya Tenduristiyê berî çend rojan jî diyar kiribû, 8 kes bi vîrusê ketine, bi vî awayî jî hejmara pêketiyên bi Koronayê li herêmên Rêveberiya Xweser gihîşt 25 kesan.
S. B