Peyama Serokê herêmê di salvegera Jenosayda Barzaniyan de
Serokê herêma Kurdistanê di salvegera Jenosayda Barzaniyan de peyamek belavkir

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê herêma Kurdistanê di salvegera Jenosayda Barzaniyan de peyamek belavkir. Tê de hatiye:
Îro enfalkirina 8 hezar sivîl ên Barzanî yên bêtawan bibîr tîn in, ku berîya 37 salan di dema 10 rojan de li Ordugayên Quştepe û Behrikê, Herîr û Diyana li sînorê parêzgeha Hewlêrê ji alî rejîma BAAS ve hatin jenosayd kirin û li byabanên başûrê Iraqê bi saxî hatin binax kirin.
Piştî ku dayikan, jinan û xwişkên enfalkirî, barek giran ê jiyanê û tehil ket ser milên wan, diviyabû bo zarokên xwe bibin bav û bra, û bi keda xwe debara jiyanê bo xwe peyda bikin. Di vê rojê de, bi rêz û spasî ve, rola wan dayik û jinan dinirxîn în, ku xwe liber jiyanek mergesat girtin.
Her di vê rojê de, bi rêz û spasî ve li rola xelkê cwamêr ê Hewlêr û dewrûber, xelkê Herîr, Batas û Dyana dinêrin, ku bi her awayî alîkarî pêşkêşî malbat û kesûkarên enfalkiriyan kirin û bûn e pişt û pena bo wan û derfetên karî, bo debara jiyana wan peyda kirin. Cwamêriya wan her tim dê li bîr a kesûkarên enfalkiriyan û Kurdistaniyan de bimîn e.
Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekez kir, ku dê li ser hewlên xwe li ser ast a Iraqê û cîhanê berdewam bin, ji bo careka din li tu cihên din, tawanên wekî enfal û kîmyabaran dûbare nebin û pêwîst e, hikumeta Iraqê jî, pabendî qerebûkirina qurbaniyan be.
C.B