Li Herêma Kurdistanê 243 kesên din tûşî Korona bûn

Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 243 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 243 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn e.  13 kesên din jî, bi wê vayrosê canê xwe ji dest dan e. Herweha 109 tûşbûyên wê vayrosê çareser bûn e.

Heta niha 12 857 kes li herêma Kurdistanê tûşî vayrosê korona bûne, ji wê hejmarê 541 kesan canê xwe ji dest dan e û 9 hezar û 83 kes çareser bûn e.

 

 

C.B