Firokxaneyên Herêma Kurdistanê li pêş geştiyaran tên vekirin

Îro 1ê Tebaxa 2020an firokxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bi rûyê geştiyaran de tên vekirin û çend rêkar û rênimayên tendirustiyê yên xweparatina ji vîrusa Koronayê tên girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 1ê Tebaxa 2020an firokxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bi rûyê geştiyaran de tên vekirin û çend rêkar û rênimayên tendirustiyê yên xweparatina ji vîrusa Koronayê tên girtin.

Rêveberiya firokxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê tekeziyê li wê dikin, divê geştiyar berî geştekirinê, testa Koronayê (PCR) bikin, bi mercê ku 48 demjimêr bi ser de neçûbe.

Ragihandina Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî di daxuyaniyekê de hin rêkar diyar kirin û da zanîn: “Pêwîst e geştiyar li tirmînala firokxaneyê mask û lepikan bikar bînin. Divê geştiyar testa PCR bikin. Divê geştiyar berî hatina firokxaneyê pêwendiyê bi hêlên esmanî ya bi riya wê geştê dikin bikin, ji bo piştrast bin ku diçinê, rênimayên tendirustî bicih dikin.

Diyar kir jî, li gor biryara Rêveberiya Parastina Tendirustiyê ya Hewlêrê, çêkirina testan li binkeya tendirustiyê ya zanîngehê be. Geştiyarên têne Hewlêrê jî, divê yan testên vîrusa Koronayê ya PCR berî 48 demjimêran ji hatina wan bi wan re hebin, yan dema gihîştina wan Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî, testê li ser hesabê xwe çê bikin. Divê jî tevahiya geştiyarên hatine jî, belgenameyekê dagirin ku xwe ji bo 14 rojan xwe kerentîne bikin.

Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî diyar kir jî, her yek ji şandên fermî, xwediyên kar û geştiyarên ji bo demeke kurt têne Kurdistanê, xala (kerentînekirina 14 rojan) li wan bicih nabe.

Ji destpêka derketina nexweşiya Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistan û wek rêkarên xweparaziyê û rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, bi biryara Desteya Firokvaniya Medenî ya Iraqê, biryara ragirtina geştên esmanî hatibû dayîn, tenê geştên dîplomatkarên biyanî dihatin kirin.

 

S. B