Parlemana Iraqê ji bo hilbijartinên pêşwext daxwaza civîneke bilez dike

Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî ji bo birêvebirina hilbijartinên pêşwext, daxwaz civîna her sê serokatiyên Iraqê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî ji bo birêvebirina hilbijartinên pêşwext, daxwaz civîna her sê serokatiyên Iraqê dike.

Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê (Parleman) Mihemed Helbûsî di twittekê de ragihand, hikûmetên Iraqî yên li pê hev hatine, erk û sozên xwe bicih neanîn, ew jî bûne sedem ku xwepêşandanên nerazîbûnê berdewam bûn.

Helbûsî got: Ji bo Iraqê û ji bo dilsozî ji qurbanîdana Iraqiyan re, divê hilbijartinên pêşwext berî dema ku Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî diyar kiriye, bêne kirin.

Herwiha daxwaza bicihkirina madeya 64 a Destûra Iraqê ji bo encamdana hilbijartinên pêşwext kir û daxwaza civîneke Parlemanê ya vekirî, bi amadebûna her sê serokatiyên Iraqê û hêzên siyasî kir.

Ev di demekê de ye, duhî Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî daxwaza birêvebirina hilbijartinên pêşwext di 6ê Hezîrana 2021an de kiribû.

 

S. B