Serok Barzanî serxweşiyê li Elî Tahirxan Simko dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Abdullah Tahirxan, peyameke serxweşiyê arasteyî Kak Elî Tahirxan Simayil Axa (Simko) kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Abdullah Tahirxan, peyameke serxweşiyê arasteyî Kak Elî Tahirxan Simayil Axa (Simko) kir.

Serok Barzanî di peyama we de got: “Bi xem û kovaneke mezin xebera koça dawî ya birayê we Kek Abdullahê gihîşt me. Serxweşiyê li we û tevahiya malbat û xizm û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.”

Herwiha Serok Barzanê ji xwedayê mezin hêvîdar e giyanê Kek Abdullah bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyan jî bibexşe.

 

S. B