Fahrettin Koca: Li Diyarbekir hejmara nexweşên giran zêde bûye

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ragihand; hejmara nexweşên ku rewşa wan giran e, li Stenbol, Enqere, Qonya, Dîlok û Diyarbekirê zêde bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ragihand; hejmara nexweşên ku rewşa wan giran e, li Stenbol, Enqere, Qonya, Dîlok û Diyarbekirê zêde bûye.

Fahrettin Koca roja înê 31ê Tîrmehê amarên herî dawî yên pêketiyên vîrusa koronayê belav kir û ragihand; roja înê 996 kes baş bûne û bi vî awayî li Tirkiyê hejmara kesên heta niha ji vîrusa koronayê (Covid-19) rizgar bûne, 214 hezar û 535 kes e.

Koca eşkere kir; di nava 24 demjimêran de 982 kes bi vîrusa koronayê ketine û 17 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê bal kişande ser wê yekê; Diyarbekir yek ji wan bajaran e ku hejmara nexweşên rewşa wan giran e, zêde bûye û got: “Di nava sê rojên dawî de herî zêde li van bajaran hejmara nexweşên giran zêde bûye: Stenbol, Enqere, Qonya, Dîlok, Diyarbekir.”

 

Î.A