Hêzên Amerîka gerek a çavdêriyê li gundewarên bajarokê Çil Axe encam dan

Hêzên Amerîka gerek a çavdêriyê li gundewarên bajarokê Çil Axe yê rojavayê Kurdistanê encam dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Amerîka gerek a çavdêriyê li gundewarên bajarokê Çil Axe yê rojavayê Kurdistanê encam dan.

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Qamişlo Ekrem Salih diyar kir, îro hêzên Amerîkî bi 4 zirîpoşan gerek a çavdêriyê li gundên Bekiruxlî, Dêrûna Axê û Batirzan ên bajarokê Çil Axe, ku li ser sînorên Tirkiyê ne, encam dan e.

Beriya niha Polîsên serbazî yên Rûsyayê bi cuda û digel artêşa Tirkiyê, çendîn gerên çavdêriyê li wê navçeyê encam da bû, û hewl dabû, baregehek serbazî jî ava bike, lê ji ber nerazîbûna xelkê wan gundan ew yek nehatibû kirin.

 

 

 

C.B