Li çemê Dukanê xortekî 20 salî xeniqî

Li çemê Dukanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê xortekî 20 salî xeniqî

K24 – Dukan

Li çemê Dukanê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê xortekî 20 salî xeniqî.

Rêjîn Reûf, Rêveberê Geştyariyê yê Dukanê ji K24ê re ragihand; welatiyekî li ser çem xwestiye jetskî biajo û di dema ajotinê de ji ser jetskiyê ketiye avê û xeniqiye.

Reûf eşkere kir; xortê ku li çem xeniqiye 20 salî ye û xelkê Dukanê ye û herwiha avjenî jî baş nizanibûye, ji ber vê yekê dema jetskiya wî qelibiye, nikaribûye xwe rizgar bike.

Herwiha Rêveberê Geştyariyê yê Dukanê diyar kir; ji ber ku ava çemê Dukanê xurt û geş e, heta niha nekarîne termê wî ji nav avê derxin.

Rêveberiya Geştyariyê yê Dukanê hemû xwedî projeyên geştyariyê yên li çem agahdar kirine ku nabe geştyar li nav çem avjenî bikin û divê dema geşta li ser avê, welatî cakêta avjeniyê li xwe bikin.

Îsal li çemê Dukanê ev rûdana sêyem a xeniqînê ye. Hêjayî gotinê ye ku herdu rûdanên din jî berî sê rojan qewimî bûn.

 

Î.A