Bi îmzekirina rêkeftina petrolê, Amerîka li Rêveberiya Xweser mikur tê?

Rojnameyeke Erebî belav kir, kompanyayeke petrolê ya Amerîkî rêkeftineke webirhênana petrolê li rojhilatê Firatê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re îmze kiriye, ev yek jî wek mikuhatineke siyasî bi Rêveberiya Xweser tê hejmartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameyeke Erebî belav kir, kompanyayeke petrolê ya Amerîkî rêkeftineke webirhênana petrolê li rojhilatê Firatê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re îmze kiriye, ev yek jî wek mikuhatineke siyasî bi Rêveberiya Xweser tê hejmartin.

Rojnameya “aawsat” çapa Londonî di raportekê de belav kir, senatorê Amerîkî yê nêzîkî Serokê Amerîka Lindsey Graham li Kongressa Amerîkî û bi amadebûna Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ew agahdar kiriye, ku wî rêkeftineke webirhênana petrolê bi kompanyaya Amerîkî “Delta Crescent Energy” îmze kiriye.

Graham got jî: Ev baştirîn rê ji bo alîkariya bi hemû aliyan re li wê herêmê ye. Ev rêkeftin demek ji ya pêşniyazkirî dirêj kir û niha em di warê bicihkirina wê de ne.”

Li gor zanyariyên ketine destê wê rojnameyê, Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ji Senator Lindsey Graham xwastiye, Serok Trump jî bi wê rêkeftina bi kompanyaya “Delta Crescent Energy” re agahdar bike, bi taybet ku Graham roleke sereke di hîştina hejmarek serbazên Amerîkî li herêmê de lîstiye, piştî ku Trump di dawiya sala bûrî de biyara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dabû.

Piştre jî Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper ragihandibû, ew hêzên xwe li Heseke û Dêrazorê belav dikin, ji bo çekdarên DAIŞê negihin kêlgehên petrolê. Pentagonê jî tekez kir, dora 500 serbazên Amerîkî ji bo parastina kêlgehên petrolê li rojhilatê Firatê dihêle.

Îmzekirina rêkeftinekê di vî warî de, pêwîstiya wê bi erêkirineke awarte ji Wezareta Derve û Wezareta Xezîneya Amerîkî heye, ji ber ku karta petrolê li Sûriyê di bin sizaya Amerîka de ye, bi taybet piştî ku di nîva meha bûrî de “Yasaya Sîzerê” ket ware bicihkirinê.

Di wê derbarê de, jêderekî Kurd ji rojnameya ““aawsat” re diyar kir, ev rêkeftin gelekî girîng e û tê wateya mikurhatina Amerîka bi Rêveberiya Xweser, gerentîkirina mana hêzên Amerîkî li herêmê û piştevanîkirina Qamişlo ku ji Şamê bidûr bikeve.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, di çarçoveya wê rêkeftinê de 2 parzûyên petrolê yên veguhêz tên avakirin, ku bikarin rojane 20 hezar bermîlên petrolê berhem bînin.

Tê pêşbînîkirin, rêveberiya Trump dixwaze jêderên petrolê ligel kartên din (sizayên aboriyê, dorpêçkirin, êrîşên Îsraîlê) li ser Şam û Rûsyayê bike karteke fişarê, ta bi 6 mercên Amerîka razî bibin. Ew merc jî ev in: Piştevaniya terorê neke, pêwendiyên bi Îran û mîlîşyayên wê re bibire, dijmantiyê bi welatên cîran re neke, dest ji çekên wêrankirina giştgîr berde, biryara navdewletî 2254 bicih bike bi awayekî rê bide koçber vegerin  û tawanbarên şer siza bide.

Li gor wê rojnameyê jî, ev rêketina petrolê ya di navbera kompanyaya Amerîkî û Mezlûm Ebdî de, dê nîgeraniyên Şam û Tirkiyê zêde bike, bi taybet ku Tirkiyê çendîn têgihîştin bi Rûsyayê re derbarê Rojavayê Kurdistanê de kirin û dest daniye ser herêmên Kurdî û ji hev bêne cudakirin.

 

S. B