Şam rêkeftina HSD û kompanya petrolê ya Amerîkî şermezar dike
Wezareta Derve ya Sûriyê rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û kompanyayeke petrolê ya Amerîkî bi tundî şermezar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Sûriyê rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û kompanyayeke petrolê ya Amerîkî de bi tundî şermezar dike.
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderekî ji Wezareta Derve belav kir, Sûriye rêkeftina webirhênana petrolê ya di navbera HSD û kompanyaya Amerîkî de hatiye îmzekirin, bi tundî şermezar dike û wê rêkeftinê bi “dizîna petrola Sûriyê bi serperiştiya Amerîkayê” bi nav dike.
Duhî rojnameya “Al-awsat” çapa Londonî di raportekê de belav kir, senatorê Amerîkî yê nêzîkî Serokê Amerîka Lindsey Graham li Kongreya Amerîkî û bi amadebûna Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û kompanyaya Amerîkî “Delta Crescent Energy” rêkeftinek ji bo webirhênana petrolê îmze kiriye.
Li gor zanyariyên wê rojnameyê, di çarçoveya wê rêkeftinê de 2 parzûnên petrolê yên veguhêz tên avakirin, ta bikarin rojane 20 hezar bermîlên petrolê berhem bînin.
S. B