Polîsê Federalî yê Iraqê tîma Kurdistan24 li Daqoqê desteser kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Tîma rojnamevanî ya Kurdistan24 di dema rûmalkirina nerazîbûnên welatiyên Kurd li dijî anîna Ereban bo Daqoqê de, ji aliyê Polîsa Federal a Iraqî ve hat desteserkirin.
Berî bîstekê û di dema rûmalkirina nerazîbûna welatiyên Kurd li dijî anîna Ereban bo sînorê Daqoqê li başûrê Kerkûkê, Polîsa Federalî ya Iraqê peyamnêrê K24 Soran Kamran û wênegirê K24ê Newzad Mehmûd desteser kirin.
Îro bi piştevaniya Polîsa Federalî ya Iraqê, hejmarek Ereb gihîşt Daqoqê û xwastin li ser zeviyên Kurdan bicih bikin. Tîma K24ê jî nerazîbûna xelkê li dijî anîna wan Ereban rûmal dikir, lê di dema rûmalkirinê de, ji aliyê Polîsa Federalî ve hat destserkirin.
Di wê derbarê de, endamê berê yê Encûmena Parêzgeha Selahedîn û Cîgirê Berpirsê Malbenda Hemrîn ya YNKê Mela Hesen ji K24ê re ragihand, hêzeke Polîsa Ferderalî ya Iraqê beşek ji Ereban anîn herêna navbera Xurmatû û Daqoqê û xwastin li wan li ser zeviyên Kurdan bicih bikin.
Got jî: Ev kiryar, berdewamiya proseya erebkirina herêmên Kurdistanî li başûrê Kerkûkê ye û bi dehezaran Donim zeviyên Kurdan di bin metirsiya erebkirinê de ne.
Mela Hesen aşkere kir, pêştir Sedam Husên û Partiya Beis di sala 1976an de ew Ereb di navbera Xurmatû, Daqoq û Kerkûkê bicih kiribûn û piştire di sala 2003an de li gor madeya 140 a destûra Iraqê ew Ereb hatin qerebûkirin û ji bo navçeyên wan hatin veguhastin, lê niha careke din ew Ereb bi piştevaniya Polîsa Federalî bo Kerkûkê tên bicihkirin.
S. B