Geşta esmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de hat rawestandin

Geşta esmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de heta meha 1ê meha Îlonê hat ragirtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Geşta esmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de heta meha 1ê meha Îlonê hat ragirtin.

Desteya Firokvaniya Medenî ya Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, desthilata Firokvaniya Medenî ya Tirkiyê li ser daxwaza Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, geşta esmanî di navbera Iraq û Tirkiyê de heta 1ê meha Îlonê ragirt.

Di daxuyaniyê de tekezî li wê yekê hate kirin, di derbarê rênimayên vegera welatiyên Iraqê ji Tirkiyê, dê di riya kanalên dîplomasî yên di navbera her du welatan de bibe.

Biryar bû, sibe 3ê Tebaxê geşteke esmanî ji Bexdayê ber bi Stenbolê ve bi rê ketiba, lê ew hate paşxistin.

Di çarçoveya rûbirûna vîrusa Koronayê de, geştên esmanî yên Iraqê ji roja 17ê Adara 2020an ve û heta 23ê Tîrmeha bûrî hatibûn rawestandin.

Tirkiye dixwaze bi riya qedexekirina geştên esmanî yên bi Iraqê re, rê li ber belavbûna zêdetir a vîrusa Koronayê bigire. Ev jî di demekê de ye, heta niha li Tirkiyê zêdetir ji 231 hezar kes û li Iraqê jî zêdetir ji 126 hezar kes bi Koronayê ketine.

 

S. B