Tîma Kurdistan24ê hat azadkirin

Tîma rojnamevanî ya Kurdistan24, ya berî demekê li qezaya Daqoqê ya ser li başûrê Kerkûkê ve ji aliyê Asayişa Federal a Iraqî ve hatibû desteserkirin, hat azadkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma rojnamevanî ya Kurdistan24, ya berî demekê li qezaya Daqoqê ya ser li başûrê Kerkûkê ve ji aliyê Asayişa Federal a Iraqî ve hatibû desteserkirin, hat azadkirin.

Îro di dema rûmalkirina nerazîbûna welatiyên Kurd li dijî anîna Ereban bo sînorê Daqoqê li başûrê Kerkûkê, Asayişa Federalî ya Iraqê peyamnêrê K24 Soran Kamran û wênegirê K24ê Newzad Mehmûd desteser kiribûn.

Tîma K24ê piştî 3 demjimêran hat azadkirin. Peyamnêrê K24ê Soran Kamran ji K24ê re got: Îro danê sibe bi armanca rûmalkirina nerazîbûna welatiyên Kurd li dijî anîna Ereban, em çû gundê Hefterxarê û li wir Fîrqeya 5 a Asayişa Federalî em girtin û dest danî ser kelûpelên me yên rojnamevanî û heta niha jî di destê wan de ye.

Peyamnêrê me diyar kir jî, ew 3 demjimêran di nava otombîleke camareş de hatin girtin.

Herwiha got jî: Armanc ji girtina me ji aliyê Asayişa  Federalî ew bû, em kombûn û nerazîbûna xelkê li dijî bicihkirina Ereban li ser cih û warên wan rûmal nekin.

Derbarê wê bûyerê de, endamê berê yê Encûmena Parêzgeha Selahedîn û Cîgirê Berpirsê Malbenda Hemrîn ya YNKê Mela Hesen ji K24ê re ragihandibû, hêzeke Asayişa Ferderalî ya Iraqê beşek ji Ereban anîn herêma navbera Xurmatû û Daqoqê û xwastin li wan li ser zeviyên Kurdan bicih bikin.

Got jî: Ev kiryar, berdewamiya proseya erebkirina herêmên Kurdistanî yên li başûrê Kerkûkê ye, bi vî awayî jî bi dehezaran Donim zeviyên Kurdan di bin metirsiya erebkirinê de ne.

 

S. B