Li Iraqê ji ber koronayê 63 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 63 kesan jiyana xwe ji dest dan
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 63 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 447 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Herwiha 2 hezar û 611 kes jî baş bûne.
Wezaretê di daxuyaniya 2ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 129 hezar û 151 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 91 hezar û 886 kes, ango bi rêjeya %71 ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 298 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya sift de ne û heta niha hezar û 868 kesan canê xwe ji dest dane.
Î.A