NY ji pêkhateyên Kerkûkê daxwaz dike bi lez bigihin rêkeftinekê
Civînên ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê ku rawestiyabûn, car din dest pê kirine
K24 – Hewlêr
Endamekî Lijneya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê ragihand; civînên ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê ku rawestiyabûn, car din dest pê kirine. Herwiha diyar dike; Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin pêkhateyên Kerkûkê bi lez bigihin rêkeftinekê. Endamê lijneyê eşkere dike; niha civîn bi siftî têne pêkanîn. Serokê Lijneya Deverên Kurdistanî jî çareseriya bilez ji bo rewşa Kerkûkê pêşkêş dike.
Piştî 6 mehan ku civînên pêkhateyan ên ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê hatibûn rawestandin, çend roj in civîn dîsa bi siftî dest pê kirine û ev civîn jî bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî bi rê ve diçin. Neteweyên Yekbûyî jî daxwaz dike ku ji bo pirsgirêka deverên Kurdistanî were çareserkirin, di navbera pêkhateyan de bi lez rêkeftinek were pêkanîn.
Şaxewan Ebdullah, Endamê Lijneya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê dibêje; dosyeya Kerkûkê dosyeyeke giştî ye, dosyeyên çandinî, ewlehî, rêvebirin, ev hemû dê werin axaftin, divê Hikûmeta Herêmê û Bexda jî li ser rewşa niha ya Kerkûkê gotûbêjên xwe zêde bikin. Neteweyên Yekbûyî di civîna ewil de behsa wê yekê kir ku ew li gel Hikûmeta Herêmê û Bexdayê li hev kirine ku tiştê xelkê Kerkûkê li ser rêk bikevin, ew jî dê piştgirî û alîkariya wî bikin. Ji ber vê yekê Neteweyên Yekbûyî zextê dike da ku pêkhateyên Kerkûkê bigihin rêkeftinekê.
Li Parlementoya Kurdistanê jî bi beşdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser raporteke derbarê deverên Kurdistanî de gotûbêj hat kirin, ku li gor raportê rewş di metirsiyê de ye. Herwiha çend pêşniyar ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatiye dayîn.
Ciwan Yûnis, Serokê Lijneya Deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê diyar dike; bi vegera Pêşmerge dê dest pê bike û piştre divê çareseriyeke bingehîn ji bo deverên Kurdistanî were dîtin.
Vegera Pêşmerge yek ji rêyên çareseriya pirsgirêka deverên Kurdistanî ye, ku ji hêla siyasî û ewlehiyê ve beşeke pirsgirêkan çareser dike, ji bo vê mebestê jî Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergirî ya Iraqê di gotûbêjan de ne û jihevtêgihiştineke destpêkê jî di navbera wan de çêbûye. Neteweyên Yekbûyî jî ji bo çareseriyê li gel pêkhateyan di gotûbêjan de ne û bi xwe jî çavdêriya gotûbêjên di navbera pêkhateyan de dike.
Ev di demekê de ye ku piştî 16ê Cotmehê rewşa wan deveran her ku diçe xirabtir dibe û erebkirin û dagirkirin jî berdewam e.
Î.A