Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kurdên Êzidî kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê ya ola Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kurdên Êzidî kir

K24 – Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê ya ola Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kurdên Êzidî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Hêvîdar im ev cejn ji bo hemî Êzidiyan û bi taybet Êzidiyên Kurdistanê bibe dergehek ji bo destpêkeke nû û kevandina hemî birîn û êş û azarên destê terorê û xûşk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên olî di aramiyê de bi ser bibin.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî bi vî awayî ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya xûşk û birayên Êzidî pîrozbahiyeke germ li Encûmena Rûhanî û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev cejn ji bo hemî Êzidiyan û bi taybet Êzidiyên Kurdistanê bibe dergehek ji bo destpêkeke nû û kevandina hemî birîn û êş û azarên destê terorê û xûşk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên olî di aramiyê de bi ser bibin.

Cejna hewe pîroz be û bimînin bi xêr û xweşî

Mesûd Barzanî

02.08.2020