Tendirustiya Hewlêrê welatiyan agahdar dike
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê welatiyan agahdar dike, nexweşxaneya Firyadê ya Rojava niha taybet ji nexweşên koronayê re ye, welatî dikarin li şûna wê, serdana nexweşxaneya Emergensy bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê welatiyan agahdar dike, nexweşxaneya Firyadê ya Rojava niha taybet ji nexweşên koronayê re ye, welatî dikarin li şûna wê, serdana nexweşxaneya Emergensy bikin.
Di daxuyaniyekê de, Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand, welatiyên bajarê Hewlêr û derdora wê agahdar dikin, ji ber ku nexweşxaneya Firyadê ya Rojava niha taybet e ji nexweşên Koronayê re, ji ber wê nexweşên pêwîstiya wan bi beşên (şewat, neştergeriya mejî û damaran, beşê şikandinê, beşê ciwankariyê) heye, divê serdana nexweşxaneya Emergensy a li ser riya 60 metrî li hember Wezareta Plandananê bikin.
Ev di demekê de ye, hejmara pêketiyên Koronayê li Parêzgeha hewlêrê zêde dibe û heta niha 14 hezar û 468 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, ji wê hejmarê jî 560 kesan canê xwe ji dest dane.
S. B