Mesrûr Barzanî: Komkujiya Şingalê yek ji dirindetirîn tawanên dîroka hevçerx e
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di şeşemîn salvegera komkujiya Êzidiyan li Şingal û derdora wê de, peyameke belav kir û tê de ragihand, bi xem û kovan şehîdên wê komkujiyên bi bîr tînin ku di encama êrîşa dirinde ya DAIŞê de, bi hezaran mirovên bêtewan bi komî hatin kuştin û revandin û koçber bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di şeşemîn salvegera komkujiya Êzidiyan li Şingal û derdora wê de, peyameke belav kir û tê de ragihand, bi xem û kovan şehîdên wê komkujiyên bi bîr tînin ku di encama êrîşa dirinde ya DAIŞê de, bi hezaran mirovên bêtewan bi komî hatin kuştin û revandin û koçber bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: Tevî hemû wê karesat, ferman û komkujiya bi serê xwişk û birayên Êzidiyan hatiye, lê bi berevanîkirina li ziman, nasname, kultur û ola xwe berdewam in.
Mesrûr Barzanî tekeziyê li wê dike, pêwîst e bi rêz qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman di rizgarkirina Şingal û derdora wê de bi serperiştiya Serok Barzanî bi bîr bîbin, herwiha helwesta xelkê Kurdistanê di hawarhatina xwişk û birayên me yên Êzidî de bilind dinirxînin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêwîstî dizane, Pêwîst e hemû alî hevkar bin ji bo avedankirin û asayîkirina rewşa Şingalê, bi awayekî ku ti hêzeke çekdar a biyanî û mîlîşya li Şingalê nemînin û hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ji bo parastina asayişa wan navçeyan hevaheng bin.
Herwiha daxwaz ji hikûmeta federalî dike, xwişk û birayên Êzidî qerebû bike, alîkariyê bi koçberan bike û zemînê xweş bike, ji bo ew bi serbilindî vegerin navçeyên xwe.
Roja 3ê Tebaxa 2014an, piştî ketina Mûsilê û radestkirina bajêr ji aliyê artêşa Iraqê ji teroristên DAIŞê re, çekdarên DAIŞê êrîşî ser Şingalê kir û dagîr kir, bi hezaran xwişk û birayên Êzidî kuştin û revandin, herwiha bi hezaran jî koçber bûn.
Deqa peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Di şeşemîn salvegera dagîrkirina Şingalê û jenosaydkirina xwişk û birayên Êzidî ji aliyê teroristên DAIŞê ve, bi xem û kovan şehîdên wê komkujiyên bi bîr tînin ku di encama êrîşa dirinde ya DAIŞê de, bi hezaran mirovên bêtewan bi komî hatin kuştin û revandin û koçber bûn.
Komkujiya Şingal û derdora wê, yek ji direndetirîn tawana li dijî mirovatiyê di dîroka hevçerx de tê hejmartin ku beşek ji êrîşa berfireh li dijî gelê Kurdistanê bû. Tevî hemû wê karesat, ferman û komkujiya bi serê xwişk û birayên Êzidiyan hatiye, lê bi berevanîkirina li ziman, nasname, kultur û ola xwe berdewam in.
Di vê bîranîna xemgîn de, pêwîst e bi rêz qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman di rizgarkirina Şingal û derdora wê de bi serperiştiya Serok Barzanî bi bîr bîbin, herwiha helwesta xelkê Kurdistanê di hawarhatina xwişk û birayên me yên Êzidî de bilind dinirxînin. Pêwîst e hemû alî hevkar bin ji bo avedankirin û asayîkirina rewşa Şingalê, bi awayekî ku ti hêzeke çekdar a biyanî û mîlîşya li Şingalê nemînin û hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ji bo parastina asayişa wan navçeyan hevaheng bin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hewlên xwe berdewam dibe ji bo azadkirin û vegerandina revandiyên heta niha mane ku hejmareke mezin ji wan pêştir bi hewla hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin rizgarkirin. Herwiha daxwaz dikin hikûmeta federalî xwişk û birayên me yên Êzidî qerebû bikin û alîkariyê bi koçberan re bike û zemînê xweş bike, ji bo ew bi serbilindî vegerin navçeyên xwe.
Silav li giyanê pak ê şehîdên Şingalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.