Nêçîrvan Barzanî: Şingal kirine warê çekdarên neyasayî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera şeşemîn a komkujî û karesata Êzidiyan û Şingalê peyameke belav kir û tê de ragihand, Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzidiyan de mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera şeşemîn a komkujî û karesata Êzidiyan û Şingalê peyameke belav kir û tê de ragihand, Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzidiyan de mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.
Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hat: Îro bi êşeke kûr ve bîranîna şeş saliya Jenosayda Êzdiyan û karesata Şingalê dikin. Bi rêz û rûmetê ve wan hemû xûşk û birayên me yên Êzidî bi bîr tînîn ku bûne qurbaniya tawankariyeke bêhevtaya terorîstên DAIŞê. Hîç kesek bawer nedikir di sedsala bîst û yekê de mirovayetî careke din mergesateke wiha bibîne ku hemû cîhanê şok dike. Silav û dirûd ji bo giyanê pakê qurbaniyên karesata Şingalê û tevahiya xûşk birayên Êzdî.
Di beşeke din a peyamê de hat: Di vê bîranînê de dupat dikin ku Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina aramî û vegerandina aramî û avadankirina Şingalê û kirina bi parêzgehê de berdewam dibe. Ji bo vê mebestê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê hemû hevkarî û hemahengiyekê dike. Her wiha li ser asta navdewletî jî kar dike, heta ku bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî û Unitad vê tawanê bi jenosayd binasin û tawankaran jî didin dadgehê û qurbaniyan qerebû dikin.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo salvegera karesata Şingalê:
Di demek da vê bîranîna bi êş dikin, mixabin hê jî ji birîna xûşk û birayên me yên Êzdî xwîn jê diçê û bi hezarên wan li wargehên koçberiyê de dijîn. Şingal û navçeyên dinê Êzdiyan hê jî nehatine avadan kirin û bingeheke baş ya vegerana aramiyê û vegerana jiyana wan têda nîne. Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzdiyan de mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.
Di vê bîranînê de dûpat dikin ku Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina aramî û vegerandina aramî û avadankirina Şingalê û kirina bi parêzgehê de berdewam dibe. Ji bo vê mebestê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê hemû hevkarî û hemahengiyekê dike. Her wiha li ser asta navdewletî jî kar dike heta ku bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî û Unitad vê tawanê bi jenosayd binasênin û tawankaran jî didin dadgehê û qurbaniyan qerebû dikin.
Xûşk û birayên Êzdî bi hezaran salan li ser warê xwe bawerî û ola xwe parastine û herdem sedemeke girîng û çalak ya çanda pêkvejiyanê û lêborînê bûne û herdem jî her wiha dimînin. Li vê salvegerê de tekez li ser kûrkirina wê çandê dikîn û hemû pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikîn ku Kurdistan bi landika aram û parastiya me hemûyan dimîne. Her wiha soza ji bo kesukarên revandiyan jî dûpat dikîn li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan de berdewam dibîn.
Silav li giyanê pakê wan Pêşmergeyên qehremanan ku bi serpereştiya raste rast ya cenabê Serok Mesûd Barzanî, Şingalê rizgar kirin û bo wê navê da giyanê xwe bexşîn. Spas û pêzanîn ji bo wan hemû kesên li navxwe û derve hevkariyê pêşkêşê Êzdiyan kirin. Xûşk û birayên Êzdî piştrast dikîn ji bo dabînkirina dadperwerî û paşerojeke baştir herdem li gel wan da dibin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/08/2020