Firokeyeke bêfirokvan gundekî li Çomanê bombebaran dike

Firokeyeke bêfirokvan gundekî li navçeya Simîlan a ser bi qezaya Çomanê ve bombebaran kir. Topxaneya Îranê jî navçeyên Sîdekanê dide ber topan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyeke bêfirokvan gundekî li navçeya Simîlan a ser bi qezaya Çomanê ve bombebaran kir. Topxaneya Îranê jî navçeyên Sîdekanê dide ber topan.

Rêvebirê Nahiya Simîlan Şaxwan Husên ji K24ê re ragihand, firokeyeke bêfirokvan xaniyekî gundê Dêge yê ser bi nahiya Simîlanê ve bombebaran kir.

Peyamnêrê K24ê li devera Soranê da zanîn, heta niha nayê zanîn ew xanî yê welatiyan e, yan baregeheke aliyekî siyasî ye.

Ji aliyekê din ve jî, topxaneya Îranê îro çend navçeyên sînorî yên nahiya Sîdekanê topbaran kirin.

Li ser wê pirsê, Rêvebirê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê ragihand, topxaneya Îranê zozanên Berzîn û gundên Ketîne û Binperêz li sînorê nahiya Sîdekanê topbaran kirin, di encamê de jî agir bi zozanan ket.

Diyar kir jî, cihên ketine ber topbarana Îranê, cihê niştecihbûna cotkar û şivanan e. Herwiha heta niha jî topbaran li ser wan navçeyan berdewam e.

 

 

S. B