Iraq ji aliyê mirinên ji ber koronayê ve bûye pêşengê welatên Erebî
Her çiqas demeke dirêj nîne ku vîrûsa koronayê (Covid-19) li Iraqê belav bûye, lê tevî vê yekê Iraq ji aliyê mirinên ji ber vê vîrûsê, bûye yekemê welatên Erebî
K24 – Hewlêr
Her çiqas demeke dirêj nîne ku vîrûsa koronayê (Covid-19) li Iraqê belav bûye, lê tevî vê yekê Iraq ji aliyê mirinên ji ber vê vîrûsê, bûye yekemê welatên Erebî.
Li gor amarên duh roja yekşemê 2yê Tebaxa 2020an ku Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê ragihandiye; hejmara kesên heta niha ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) li Iraqê jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 4 hezar û 868 kesan.
Welatê Misir berî niha ji aliyê mirinên ji ber Covid-19ê yekem welatê Erebî bû û heta duh 4 hezar û 834 mirinên ji ber koronayê tomar kiriye.
Herwiha li Erebistana Siûdî jî herî zêde pêketiyên koronayê hatiye tomarkirin ku hejmara wan gihiştiye 278 hezar û 835 kesan.
Bi giştî heta niha 976 hezar û 326 kes li welatên Erebî bi vîrûsa koronayê ketine û 17 hezar û 816 kes jî mirine.
Î.A