Li Duhokê kesekî din jî ji ber koronayê canê xwe ji dest da
Îro nexweşekî din ê vîrûsa koronayê (Covid-19) li sînorê parêzgeha Duhokê jiyana xwe ji dest da
K24 – Duhok
Îro nexweşekî din ê vîrûsa koronayê (Covid-19) li sînorê parêzgeha Duhokê jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Duhokê di daxuyaniyeke xwe de ragihand; welatiyê ku ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye, 72 salî ye û şeva din ji navçeya Akrê ji ber pêketina bi koronayê, bo nexweşxanyeke koronayê ya li Duhokê hatiye veguhestin.
Heta niha li Duhokê 658 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 371 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de Rêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Duhokê ji welatiyan daxwaz dike ku pabendî rêkar û rênimayiyên tendirustiyê bin.
Î.A