Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê biryarên nû dide

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand; çend biryar li ber dest in

K24 – Hewlêr

Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê dê îro bicive û derbarê rêkar û rênimayiyan de biryarên nû bide. Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand; çend biryar li ber dest in û di civînê de dê werin gotûbêjkirin.

Dr. Saman Berzincî, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihand: “Îro dê civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê were kirin û çend biryar û rêkar û rênimayî li ber dest in, piştre dê ji aliyê Wezareta Navxweyî ve biryar werin dayîn, ev ji bo parastina welatiyan ji vîrûsa koronayê ye, da ku rêje were kêmkirin û rewş heta astekê were asayîkirin.”

Berzincî eşkere kir: “Piraniya kesên ku bi vîrûsa koronayê dikevin, pêwîstiya wan bi razana li nexweşxaneyê heye û beşek ji wan jî pêwîstiya wan bi oksîjen û çavdêriya sift heye. Di van çend rojan de li cihên geştyariyê qerebalixî û gelek lihevketin heye û welatiyên me pabend nabin, ev jî metirsîdar e.”

Wezîrê Tendirustiyê tekez kir: “Em ji bo ku di civîna me ya îro de çend biryar derbarê rêkar û rênimayiyên nû de bidin, dişêwirin. Ji bo xweparastina ji vîrûsa koronayê.”

Dr. Saman Berzincî destnîşan kir; hemû pêdivî zêde zêde li nexweşxaneyên taybet ên koronayê hatine dabînkirin, lê ji bo kêmkirina hejmara pêketin û mirinê, çareseriya sereke xweparastina ji vê vîrûsê ye.

Berzicî bal dikşîne ser wê yekê ku ji ber pabendnebûna welatiyan, wan berî niha pêşbînî dikir ku rewş dê bigihîje vê astê.

Li gor gotina rayedarên tendirustiyê, li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibin, bi taybetî jî li Hewlêrê.

Heta niha 4 hezar û 737 kes li sînorê parêzgeha Hewlêrê bi vîrûsa koronayê ketine û ji vê hejmarê 3 hezar û 97 kes baş bûne û 131 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li gor amara dawî ya Wezareta Tendirustiyê 14 hezar û 468 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine û 560 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Î.A