Neteweyên Yekbûyî ji bo Şingalê bang li Hewlêr û Bexdayê kir
Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê di şeşemîn salvegera jenosayda Êzidiyan de pesnê xweragiriya Êzidiyan a di parastina kultur û axa xwe de kir
K24 – Hewlêr
Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê di şeşemîn salvegera jenosayda Êzidiyan de pesnê xweragiriya Êzidiyan a parastina kultur û axa xwe da.
Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê ji Bexda û Hewlêrê daxwaz kir ku demildest ji bo pêkanîna rewşeke asayî û aram li hev bikin, da ku xelkê asêmayî, bikarin ji nû ve jiyana xwe ava bikin.
Hennis-Plasschaert amaje bi wê yekê kir ku êş û jana Şingalê ji ber tinebûna aramî û xizmetên pêwîst û îdareyeke yekgirtî, berdewam e.
Jeanine Hennis-Plasschaert tevî wê yekê ku xwe weke deyndara qurbanî û rizgarbûyiyên Êzidiyan dibîne, behsa wê yekê kir; ji bo rewşa Şingalê divê çareseriyeke mayînde were dîtin, da ku ew dever car din were avakirin.
Î.A