Li Hesekê hejmarek ji karmendên Tendirustiyê bi Koronayê ketine

Hevserokê Desteya Tenderustiyê yê Rêveberiya Xweser radigihîne, hejmarek ji karmendên Desteya Tendirustiyê li bajarê Hesekê bi vîrûsa Koronayê ketine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Tenderustiyê yê Rêveberiya Xweser radigihîne, hejmarek ji karmendên Desteya Tendirustiyê li bajarê Hesekê bi vîrûsa Koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenderustiyê Ciwan Mustefa, derbarê tomarkirina 5 haletên nû ên pêketina bi vîrûsa Koronayê li bajarê Hesekê ragihand, hejmarek ji wan pêketiyan endamên Desteya Tenderustiyê ne.

Ciwan Mustefa da zanîn, belavbûna vîrûsa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî teng e û hejmara pêketiyên ne zêde ye û ew û di bin kontrolê de ne.

Herwiha  diyar kir jî, vîrusa Koronayê di riya nexweşên ku di riya firokxaneyê re ji Şama hatine, derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye, ji ber wê jî pêwîst e Şaneya Kirîzê tedbîrên tundtir werbigire.

Li gor Desteya Tendirustiyê, heta niha 30 kes li Rojavayê Kurdistanê bi Korona ketine, ti haletên mirina bi wê vîrûsê jî nehatine tomarkirin.

  

 

S. B