Birînên dilê jin û zarokên Êzidiyan hîna vekirî ne

Piştî 6 salan hîna birînên Êzidiyê Şingalê nehatine dermankirin, ku karên nemirovane ji girtin, revandin, kuştin û talankirinê li hember hemû Êzidiyên li sînorê Şingalê hatine kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî 6 salan hîna birînên Êzidiyê Şingalê nehatine dermankirin, ku karên nemirovane ji girtin, revandin, kuştin û talankirinê li hember hemû Êzidiyên li sînorê Şingalê hatine kirin.

Leyla jineke Êzidî ye, zêdetir ji salekê di tariya zîndana DAIŞê de ma û hîna jî çarenivîsa hevjînê wê jî ne diyar e. Bi hatina DAIŞê bi ser gundê Werdê di Tebaxa sala 2014an de, 120 kes ji merivên Leyla ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.

Sal sal di ser jenosayda Êzidiyan re derbas dibin, Leyla ligel zarokên xwe di bin koneke de rûniştiye û ji K24ê re dibêje: “Em li welatê xwe de hatin kuştin, dîl hatin girtin û hatin windakirin, heta niha jî hikûmeta Iraqê alîkariya me nekiriye. Ez niha bê mûçe me û zarokên min bê bav e, ez bi tenê wan xwedî dikim. Bi rastî rewşeke pir zehmet e”.

Di 3ê Tebaxa 2014an de, bi sedan jin û zarok ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, Rêxistina Lêbihurîna Navdewletî (Emnesty) di dawî raporta xwe de behsa rifrarên çekdarên DAIŞê bi jin û zarokên DAIŞê re dike û dibêje, jin û zarokên Êzidî ji piştî rizarbûna wan, rewşa wan zehmet e û hikûmeta Iraqê jî ew piştguh kirine.

Niha 359 zarokên Êzidî bê dê û bav in, Fewziya û Xeyrî Derbo jî ji wan in.

Xeyrî zarok e, lê dema di bin destê DAIŞê de bû, bi çavên xwe dirindeya DAIŞê dîtiye. Xeyrî dibêje: DAIŞê zarok kom dikirin û ewên neçûya rahênanê û Quran nexweda, lê didan. Niha tenê dixwazim alîkariya min bikin, ji ber ku dê û bavê min tune ne û heta niha 3 xwişk û birayên min di destê DAIŞê de ne.

Li gor amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyan, dema DAIŞê bi ser Şingalê de hatiye, 6417 kes revandin, heta niha 2887 kes winda ne. Zêdetir ji 80 gorên bikomî li Şingalê û derdora wê hene, 68 mezarên pîroz ên Êzidiyan hatine jinavbirin û di roja yekem a êrîşê de jî 1293 kes hatin şehîdkirin. Herwiha ji sedî 80 jî jêrxaneya Şingalê hatiye têkdan.