Topbarana Îran û Tirkiyê jiyana xelkê navçeyên sînorî tehl kiriye
Ji çend salan ve ye, Îran û Tirkiye navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran û bombebaran dikin, ji bilî kuştin û birîndarkirina welatiyên sivîl, rûberên berfireh ji rez, baxçe û dar û daristanan tên şewitandin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Duhî careke din topxaneya Îranê navçeyên Sîdekanê li devera Biradost topbaran kirin, cotkar û şivanên wê navçeyê jî neçar bûn ji wan navçeyan derkevin û li şûna xwe bihêlin.
Hesen Fetah cotkarekî devera Biradost e ji K24ê re dibêje: ”Berî topbaran dest pê bike, firokeyeke bêfirokvan li esmanê navçeyê geriya û piştre jî bi giranî topbaran kir û agir bi zevî, dar û daristanan ket”.
Bi vêketina agir re jî, hêzên Berevaniya Şaristanî hewla vemirandina agir didin. Endamê Berevaniya Şaristanî Nesrula Husên got: Bi sedema topbaranê, duhî rûbera 70 Donim hat şewitandin dar û daristan û zêdetir ji 30 Donim rez û zeviyên welatiyan jî hatin şewitandin.