Zarokekî Efrînî li ser sînorê Tirkiyê hat kuştin
Zarokekî Efrînî dema hewl dida bi qaçaxî sînorê Tirkiyê derbas bike, ji aliyê serbazên Tirkiyê ve hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Zarokekî Efrînî dema hewl dida bi qaçaxî sînorê Tirkiyê derbas bike, ji aliyê serbazên Tirkiyê ve hate kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, zarokê Efrînî yê 14 salî Xelîl Nihad Şêxo dema ligel hejmarek kes hewl dida bi qaçaxî derbasî nava xaka Tirkiyê bibe, li ser sînor ji aliyê serbazên Tirkiyê ve teqe lê hate kirin û hate kuştin.
Wê rêxistinê diyar kir jî, termê wî zarokî bo nexweşxaneya bajarê Kîlisê hat veguhastin û heta niha ji bo malbata wî nehatiye radestkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn, Xelîl Nihad 14 salî ye û ji gundên Vêrganê yê navçeya Şera ye û li nêzîkî gundê Îkîdamê dixwast derbasî nava xaka Tirkiyê bibe.

S. B