Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê erd hejiye
Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê erdhejek bi tundiya 5.2 pile rû da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê erdhejek bi tundiya 5.2 pile rû da.
Saziya Çavdêriya Erdhejan a Tirkiyê diyar kir, îro Li bajarê Meletiyê erdhejek bi tundiya 5.2 pile li ser pîvera Rîchterê rû da.
Saziya Çavdêriya Erdhejê diyar kir jî, erdhej demjimêr 12:37 bi kûrahiya 7.02 K.M rû daye.
Li parêzgehên Diyarbekir, Xarpêt û Semsûrê jî hest bi erdhejê hat kirin.
Parêzgarê Meletî Aydin Baruş ragihand, tîmên hawarçûnê dinav tevgerê de ne, pêwendî bi deverê re dikin. Heta niha tu ziyanên hatî jiyandin nîn in.