Li Iraqê mirinên bi Korona 5 hezar kes derbas kir
Li Iraqê 83 kesên din bi Korona jiyana xwe jidestdan û 2 836 kes pê ketin e

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Iraqê 83 kesên din bi Korona jiyana xwe jidestdan û 2 836 kes pê ketin e.
Wezareta Tenduristiya Iraqê ragihandiye, ku di 24 demjjimêran de 83 kesên din bi Korona jiyana xwe jidest dan e û 2 hezar 836 kes pê ketin e û 1 992 kes jî, çareser bûn e.
Heta niha li Iraqê 134 hezar 722 kes bi Korona ketin e. Ji vê hejmarê 5 hezar 017 kesan jiyana xwe jidest dan e û 96 hezar 103 kes jî baş bûn e.
Herweha mirinên bi egera Korona li Iraqê dinav welatên Erebî de, di rêza yekem de ye.
C.B