Rêveberiya Xweser êrîşa li ser şêxên Egîdat şermezar dike
Rêveberiya Xweser, êrîşa çekdarî ya li ser hejmarek şêxên eşîreya Egîdat li Dêrazorê şermezar kir û ragihand, tawanbar dê bêne sizadan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser, êrîşa çekdarî ya li ser hejmarek şêxên eşîreya Egîdat li Dêrazorê şermezar kir û ragihand, tawanbar dê bêne sizadan.
Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, di dema Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi qonaxa duyemîn a operasyona jinavbirina terorê li Dêrazorê dike ku hejmarek ji endamên şaneyên razayî yên DAIŞê desteser kirin, grûpeke teroristî ku destine istixbaratî li pişt in, êrîşî ser otombîla diyartirîn şêxên Ereban li Dêrazorê kirin û di encamê de şêx Emteşir Hemûd Cedan û ajokarê otombîlê hatin kuştin û şêx Îbrahîm El Hivil jî birîndar bû.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wê êrîşa terorî şermezar dike û wê bi “êrîşa li ser hemû pêkhateyên rojhilat û bakurê rojhilatê Sûriyê” bi nav dike û radigihîne, armanc ji vî karê teroristî, derxistine fitneyê û têkbirina ewlehî, aramî û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyan de ye.
Herwiha dibêje, Rêveberiya Xweser bi riya hêza xwe ya serbazî û dezgehên xwe yên ewlehiyê, bi biryar e hemû teroristan ji herêmê jinav bibe û dê bi berdewamî kar ji bo yekgirtîbûna pêkhateyan û pêkanîna demokratî û nenavendiyê li Sûriyê bike, bi awayekî ku hemû mafên pêkhateyan tê de parastî bin.
Rêveberiya Xweser tekez dike jî, tawanbarên vê kiryara teroristî, dê bêne naskirin û dê sizayên xwe yên dadperwerane werbigirin.
Berî du rojan otombîla şêxên eşîreya Egîdat li nêzîkî bajarokê Hewayic li rojhilatê Dêrazorê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û di encamê de şêx Emteşir El Hemûd Cedan ligel ajokarê otombîlê hatin kuştin û şêx Îbrahîm Xelîl El Hivil birîndar bû.
S. B