Welatiyên Kurdistanê heta 12ê şevê dikarin vegerin bajarên xwe
Li gor biryara Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin îşev heta demjimêr 24:00an vegerin bajarên xwe

K24 – Hewlêr
Li gor biryara Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin îşev heta demjimêr 24:00an vegerin bajarên xwe, piştî vê dema diyarkirî, rêyên navbera bajaran dê werin girtin û hatûçûna navbera parêzgehan dê bi destûra Wezareta Navxwe û jûrên operasyonê were kirin.
Muqedem Selam, Berpirsê Bazgehên Hewlêrê ragihand; îşev di demjimêr 24:00an de hemû bazgehên Hewlêrê li hemû rêyan werin girtin û ti welatiyekî dê nikaribe ji parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê were Hewlêrê, tenê bi destûra Wezareta Navxwe û jûra operasyonan dikarin werin.
Berpirsê Bazgehên Hewlêrê eşkere kir; îşev piştî demjimêr 24:00an, ji ber ku hemû rê girtî bin, bila ti welatiyek dernekeve rê.
Ev biryar piştî wê yekê hat, ku duh roja duşemê 3ê Tebaxa 2020an Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, rêkar û biryarên nû ji bo rûbirûbûna vîrûsa koronayê derxistin.
Biryarên Wezareta Navxwe bi vî awayî ne:
1 – Li hemû cihên giştî, divê welatî mask bi kar bînin.
2 – Hemû navendên bijîşkî heta 14 rojan têne girtin.
3 – Cihên giştî, park, kafeterya û çayxane têne girtin.
4 – Holên werzişê, hewûz û klûpên şevan girtî dimînin.
5 – Hemû merasîmên olî û civakî qedexe ne.
6 – Xwaringeh divê xwarinan tenê bigihînin malan.
7 – Hatûçûna di navbera parêzgeh û bajaran de têne rawestandin.
8 – Hatûçûna di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de heta hefteyekê tê sekinandin.
9 – Hatûçûna dîplomatkarên biyanî û hêzên hevpeymaniyê berdewam e.
10 – Hatûçûna ajans û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî berdewam e.
11 – Şofêrên wesayîtan divê mask bi kar bînin.
12 – Li saziyên sektora taybet, divê karmend mask bi kar bînin.
13 – Li derveyî cih û avahiyan divê di navbera mirovan de metreyek û nîv mesafe hebe.
14 - Kesên vedigerin welat divê soznameyekê îmze bikin ku dê xwe kerentîn bikin.
15 – Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl heta hefteyekê dê ji bo geştyariyê were girtin.
16 – Jûra operasyonan û îdareyên serbixwe divê van xalan cîbicî bikin û çavdêriya cîbicîkirina wan bikin.
Î.A