Peyvdarê Hukimeta Iraqê: Dixwazin pirsgirêk bi rêya Destûrê bên çareser kirin
Peyvdarê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mele Telal eşkere dike, di demek e nêzîk de şandek Hikûmeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê dike bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan û gihiştin bi rêkeftinek e dawî
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Hikûmeta Iraqê eşkere dike, di demek e nêzîk de şandek Hikûmeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê dike, bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan û gihiştin bi rêkeftinek e dawî.
Ehmed Mele Telal di konferansek rojnamevanî de got: Hewlêr û Bexda rijd in liser berdewamiya danûstandinan û got jî, ji bilî danûstandinan, ti bijardeyek din nîn e û tekezî liser çareserkirina pirsgirêkan li gor Destûrê kir.
Hukimeta herêma Kurdistanê di daxûyaniyên xwe de, her dem çareseriya pirsgirêkên ligel Bexdayê di çarçoveya Destûrê de tine ziman.
C.B