Ji Wezareta Tendirustiyê bangewaziyeke bilez
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji wan pêketiyên ku baş bûne û ji vîrûsa koronayê rizgar bûne daxwaz dike ku plazmaya xwînê bibexşînin
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji wan pêketiyên ku baş bûne û ji vîrûsa koronayê rizgar bûne daxwaz dike ku plazmaya xwînê bibexşînin.
Di bangewaziya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê de hatiye destnîşankirin ku yek ji rêyên tedawiya nexweşên ku bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, wergirtina plazmaya xwîna kesekî başbûyî ye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye; gelek nexweş bi tundî bi vîrûsa koronayê ketine û pêwîstiya wan bi plazmaya xwînê heye.
Di bangewaziyê de hatiye xwestin; kesên ku baş bûne û 28 roj di ser yekem roja destnîşankirina nexweşiya wan re derbas bûye, ji bo bexşandina plazmayê, serdana navendên banka xwînê bikin.
Î.A