Mesrûr Barzanî: Hevxemê kesûkarên qurbaniyên teqînên Beyrûdê ne

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersaxiyên xwe gihandin kesûkarên qurbaniyan û daxwaza selametiya brîndarên teqînên Beyrûd a paytexta Lubnanê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersaxiyên xwe û daxwaza selametiya brîndarên teqînên Beyrûd a paytexta Lubnanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twit a xwe de diyarkir: Bîr û hestên me ligel hemû qurbaniyên teqînên li Beyrûdê ye. Hukimeta herêna Kurdistanê amadeyî piştgirî û alîkariya gelê Lubnanê, di vê dema hestyar de ye. Sersaxiyên xwe digihînim malbatên, ku kesên xwe jidest da yî û daxwaza selametiyê digihînim brîndaran.

Di teqîna Beyrûdê de, heta niha 65 kesan jiyana xwe jidest da ye û zêdetirî  2 hezar 700 kes brîndar bûn e.

 

 

C.B