Li Rojavayê Kurdistanê 20 kes bi Koronayê ketin û kesekî jî canê xwe ji dest da
Li Rojavayê Kurdistanê 20 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin û kesekî jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Rojavayê Kurdistanê 20 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin û kesekî jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa ragihand, îro li herêmên Rêveberiya Xweser 20 haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.
Dr. Ciwan Mustefa diyar kir, 16 pêketî li herêma Cizîrê, 2 pêketî li Dêrazorê û 2 pêketî li herêma Şehbayê hatine tomar kirin
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ragihand jî, ji wan pêketiyan, kesekî temenê wî 60 salî bû, li herêma Şehbayê canê xwe ji dest daye.
Bi vî awayekî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, gihîşt 50 kesî, ji wan 2 kesan canê xwe ji dest daye.
Li Rojavayê Kurdistanê û di çarçoveya rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê de, Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê ji bo 14 rojan ragihand, ji sibe 6ê Tebaxê ve dikeve warê bicihkirinê.
S. B