Li Ormiyê 5 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan

Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 5 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Ormiyê yê rojhilatê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 5 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Zanîngeha Bijîşkî ya bajarê Ormiyê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de, 216 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 5 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dan.

Diyar kir jî, niha rewşa tendirustiya 128 nexweşên Koronayê ne cîgir e û 35 nexweş jî di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Heta niha li parêzgeha Ormiyê 769 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amarên pêketin û mirina bi vîrûsa Korona yên parêzgehan bi awayekî cuda belav nake, lê her demekê zanîngehên bijîşkî yên her parêzgehekê amarên xwe  yên taybet belav dike.

Li pênc parêzgehên rojhilatê Kurdistanê vîrûsa Koronayê bi awayekî zêde belav bûye. Pêştir jî parlemanterê Kurd ê di Parlemana Îranê Resûl Xezrî de gotibû: Belavbûna vîrûsa Korona qeyraneke mezin e, lê ligel wê jî xelkê bajarên Kurdistanê ji ber ku hejar in, bi neçar î rojane ji malên xwe derdikevin û kar dikin, ji ber wê jî guh nadin metirsiyên vîrûsa Koronayê.

 

S. B