Îsraîl û Hîzbullah derbarê teqînên Beyrûtê de helwestên xwe ragihandin
Hikûmeta Îsraîlê û Hîzbullaha Lubnanê ragihandin ku destê wan di teqîna Beyrûta paytexta Lubnanê de tine ye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Îsraîlê û Hîzbullaha Lubnanê ragihandin ku destê wan di teqîna Beyrûta paytexta Lubnanê de tine ye.
Îro li paytexta Lubnanê bajarê Beyrûtê teqîneke bihêz qewimî û hat ragihandin ku bû sedema mirina herî kêm 10 kesan û birîndarbûna bi sedan kesan.
Hemed Hesen, Wezîrê Tendirustiyê yê Lubnanê ji medyaya welatê xwe re ragihand; keştiyeke ku têde teqemenî hebûn, li bêndereke Beyrûtê teqiya, lê zanyariyeke din eşkere nekir.
Berî niha Wezareta Bergirî ya Îsraîlê, Hîzbullaha Lubnanê bi wê yekê tohmetbar kiribû ku bêndera Beyrûtê ji bo veguhestina çek û teqemeniyan bi kar tîne.
Heta niha sedema teqînê bi fermî nehatiye eşkerekirin û hejmara mirinên birîndaran jî ji ber giraniya birînên wan zêde dibe.
Î.A