Li rojavayê Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê ketin
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe û 4 haletên nû li herêma Şehbayê hat ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe û 4 haletên nû li herêma Şehbayê hat ragihandin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa ragihand, îro li herêmên Rêveberiya Xweser 4 haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.
Dr. Ciwan Mustefa diyar kir, ew pêketiyên nû 3 jin û mêrek in û ew hemû li herêma Şehbayê ne.
Bi vî awayekî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, gihîşt 54 kesan, ji wan 2 kesan canê xwe ji dest dane.
Herêma Şehbayê di navbera Efrîn û Helebê de ye, di dema êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Efrînê de, nêzîkî 300 hezar Kurdên Efrînê koçberî wê navçeyê bûne û li kamp û gundên wê herêmê bi cih bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê û di çarçoveya rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê de, Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê ji bo 14 rojan ragihand, ji îro 6ê Tebaxê ve ketiye warê bicihkirinê.
S. B