3 serbazên Iraqê hatin kuştin

Di êrîşeke terorî de, 5 serbazên Iraqê li parêzgeha Selahedînê hatin kuştin û birîndarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di êrîşeke terorî de, 5 serbazên Iraqê li parêzgeha Selahedînê hatin kuştin û birîndarkirin.

Ajansa “Al Sumaria” a Iraqî belav kir, Fewca Duyem a Lîwaya Mexawîr li Selahedîn rastî êrîşeke terorî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de 3 serbazên Iraqî hatin kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûn.

Ev di demekê de ye, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêgehên DAIŞê li çiyayê Hemrînê bombebaran kirin û 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

S. B